Amerîkayê alîkariya Îsraîlê kir ku dron û mûşekên Îranê bixîne

Serokê Amerîkayê piştî pêwendiya telefonî ya ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu êrişa Îranê bi tundî şermezar kir.

14.04.2024, Paz - 08:58

Amerîkayê alîkariya Îsraîlê kir ku dron û mûşekên Îranê bixîne
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re got ku Îsraîl şiyaneke baş ji bo parastina xwe nîşan daye û peyameke zelal ji dijminên xwe re şand ku ew nikarin ewlehiya Îsraîlê tehdîd bikin.

Di daxuyaniyeke Serokê Amerîkayê de hat gotin:

“Îro Îran û hêzên wê yên çekdar ji Yemen, Sûriye û Îraqê êrişeke hewayî ya neçaverêkirî li baregehên leşkerî yên Îsraîlê pêk anîn.

Ez wê êrişê bi tundî şermezar dikim.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden anî ziman:

“Li ser fermana min, artêşa Amerîkayê firoke û sîstemên îmhakirina mûşekên balîstîk li herêmê bi cih kirin ku piştgiriya berevaniya Îsraîlê bike.

Me alîkariya Îsraîlê kir ku hema hemû mûşek û dronên hatin xistin.”

Serokê Amerîkayê bi rêya telefonê nêzîkî saetekê bi Serokwezîrê Îsraîlê re axivî û piştgiriya xwe ya ji bo ewlehiya Îsraîlê dupat kir.

Biden da zanîn, “Min ji Netanyahu re got, Îsraîlê şiyaneke nedîtî nîşan da ku xwe biparêze, tevî êrişên neçaverêkirî.”

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew dê bi serkirdeyên G7 re bicive da ku bi bersiveke dîplomatîk a yekgirtî bidin Îranê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden herwiha anî ziman:

“Her çend êriş li hêz û baregehên me nehatine kirin lê em dê li hember her gefekê hişyar bimînin û ji bo parastina xwe û gelê xwe em dê dudiliyê nekin.”

Daxuyaniya Biden piştî wê yekê tê ku Supaya Pasdaran a Îranê wekî tolhildana kuştina çend berpirs û endamên xwe yên di êrişa li Konsulxaneya Îranê ya Şamê de zêdetirî 200 mûşek û dron avêtin Îsraîlê.

Êrişa roja şemiyê saet derdora 23:00an dest pê kir ku Îranê êriş bi mûşekên krûz û dronan pêk anî.

Beşek ji dron û mûşekan li esmanê Herêma Kurdistanê geriyan, beşek ji wan ji aliyê sîstema parastina esmanî ya Amerîkayê ve hatin xistin.

Îsraîlê da zanîn ku wan û hevpeymanan piraniya dron û mûşekan xistine.

Vî nûçeyê tevayî: 163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:36:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x