Amerîka baregeha hewayî ya Sûriyeyê bi moşekan bombebaran kir

Ji du keştiyên balafirên şer ên Amerîkayê ji rojhilatê Deryaya Spî zêdetirî 50 moşekên Tomahawk bo baregeha hewayî ya Şaryatê hatin avêtin. Trump ragihand ku operasyon ji bo Amerîkayê pêwist bû.

07.04.2017, Cum - 05:19

Amerîka baregeha hewayî ya Sûriyeyê bi moşekan bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Li gorî CNNê, Artêşa Amerîkayê ji her du gemiyên USS Porter û USS Ross ve 50-60 mûşekên Tomahawk avêtine Binkeya Esmanî ya Elşerîhe ya li parêzgeha Hums a Sûriyê.

Trump herwiha got: "Min fermana êrişeke wisa li dijî embarên çekên Sûriyê da. Ev kar ji bo parastina berjewendiyên Amerîka û hevpeymanên me li deverê ye, da ku pêşî li êrişên kîmyayî yên hevşêwe were girtin. Ev êriş di arasteya berjewendiyên bingehîn ên ewlehiya Amerîkayê de ye."

Serokê Amerîkayê herwiha tekez kir, ku Sûriyê hêlên sor derbas kirine û di encama kiryarên Sûriyê de, krîza koçberan, derketina DAIŞê û gefên cîhanî çêbûne.

Trump bang li welatên cîhanê û alîgirên aştiyê jî kir, ku piştgiriya Amerîkayê bikin. Li ser vê yekê Trump got: "Ez ji hemû welatên cîhanê û alîgirên aştiyê dixwazim, ku ji bo bi dawî anîna wê şerê xwînbar tevlî me bibin."

Li gorî çavkaniyên Pentagonê Amerîka berî êrişa baregeha hewayî ya Sûriyeyê Rûsya agahdar kiriye.

Qesra Spî piştî îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî yên rêvebiriya Sûriyeyê li Idlibê, nîşaneya operasyona hewayî da û piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan mudaxeleya pêşî ji Amerîkayê hat.

Komeleya Mafên Mirov a Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand baregeha hewayî ku rastî êrişê hat bi temamî hatiye rûxandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1126 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:23:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x