Amerîkayê êrişî Heşdî Şebî kir

Hat ragihandin ku koalîsyona navneteweyî ku pêşengiya wê Amerîka dike li Sûriyeyê êrişî hêzên Heşdî Şebî kir.

22.05.2017, Pts - 10:52

Amerîkayê êrişî Heşdî Şebî kir
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Welayet Newsê ku dispêrê fermandarê Heşdî Şebî Falih Hazalî, balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike li Sûriyeyê êrişî hêzên Heşdî Şebî kir.

Falih Hazalî di axaftina xwe de got: "Hêzên Heşdî Şebî di nava axa Sûriyeyê de ku 40 kîlometro nêzî sînorê Iraqê bûn û dixwestin pêşiyê li terorîstên ku herin piştgiriya terorîstên Mûsilê bigirin rastî êrişa balafirên şer ên Amerîkayê hatin."

Hazalî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev êriş piştî berdewamiya piştgiriya terorîstan hate kirin. Piştî ku Mûsil hate rizgarkirin wê hebûna leşkerên amerîkî li Iraqê bibe sedema fitne û fesadiyê. Halê hazir em nizanin bê niha çend leşkerên amerîkî li Iraqê hene."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1934 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:30:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x