Berdevkê Pentagonê: Haya me ji kiryarên Îranê yên li Sûriyê heye

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya heftane de pirsên rojnamevanan bersivand.

10.05.2023, Çar - 09:32

Berdevkê Pentagonê: Haya me ji kiryarên Îranê yên li Sûriyê heye
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder got ku haya wan ji tevgerên komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike li Iraq û Sûriyeyê heye. Ryder herwiha eşkere kir ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de pêşketineke mezin bi dest xistine û got, niha 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê li Iraqê hene.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya heftane de pirsên rojnamevanan bersivand.

Di bersiva pirseke Peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurde de ya derbarê liv û tevgera leşkerî ya grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê û şandina çekan ji vî welatî bo Sûriyê, Ryder got: “Dema ku me mijara Îran û komên wê yên çekdar kir gotûbêj kir, me gelek behsa wê yekê kir ku li herêmê (Iraq û Sûriyê) ji aliyê grûpên ku Îran fînanse dike, em dibînin gelek çalakî tên kirin.”

Ryder da zanîn ku Amerîka ji bo rawestandina şandina çek û cebilxaneyên dervey yasayan gelek hewl didin û bi hemû hêza xwe kar dikin" û got: “Zêdebûna tevgerên leşkerî û şandina çekan a Îranê ji bo Sûriyê ji aliyê Amerîka û gelek hevalbendên me ve weke gefxwarinekê tê dîtin.”

Di heman demê de Ryder diyar kir ku hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de pêşkeftineke mezin bi dest xistine û anî ziman ku nêzîkî 2500 leşkerên Amerîkayê di operasyon û erkên rahênan û rawêjkariyê de li Iraqê di bin sîwana hevpeymaniya navdewletî de beşdar in.”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê herwiha got ku ew bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) re li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, di şerê li dijî DAIŞ'ê de bi koordîne dixebitin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:06:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x