CENTCOM: Ji Îraqê 15 mûşek avêtin baregeha me ya li Sûriyeyê

Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku baregeha wan a li herêma Rimelanê ya Rojvayê Kurdsitanê rûbirûyê êrişê bûye.

05.12.2023, Sal - 19:10

CENTCOM: Ji Îraqê 15 mûşek avêtin baregeha me ya li Sûriyeyê
Nuçe Belav bike

CENTCOMê herwiha diyar kir ku ev mûşek ji Îraqê hatine avêtin.

Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) têkildarî êrişa li ser baregeha wan daxuyanî da.

CENTCOMê got, “Ji Îraqê mûşek avêtine baregeha me ya li Sûriyeyê. Di êrişê de ti zererek negihêştiye baregeha me.”

Li gorî daxuyaniyê, êriş 3yê Kanûna Pêşînê, demjimêr 14:15an, bi 15 mûşekên 1 mmyî pêk hatiye.

Piştî daxuyaniyê hêzên Îraqê diyar kirin ku wan li cihê bûyerê dest bi ser kamyonekê de girtin ku platforma wê ya mûşekan hebûye.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, êrişa Amarîkayê ya li dijî karwana Heşde Şebiyê ya li navçeya Dubiza Kerkukê û êrişa li dijî baragehên Amarîkayê yên li Sûriyeyê, di heman rojê de pêk hatine.

Di encama êrişê de, 5 milîsên Heşdî Şeibiyê yên Tabûra Îmam Elî ya 40î, canê xwe ji dest dabû.

Komên milîsên Şîe yên ku Îran piştgiriya wan dike, piştî şerê Îsraîl û Hemasê di bin navê Berxwedana Îslamî de rêxistina xwe ava kir.

Rêxistinê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew dê êrişî baregehên Amarîkayê bikin.

Li gorî Pentagonê, komên ku Îran piştgiriya wan dike, ji Çiriya Pêşîn ve 70 caran bi mûşek û balafirên bê mirov êrişî baregehên Amarîkayê kirine.

Di encama êrişan de zêdetirî 60 leşkerên Amarîkayê birîndar bûne.

Rêxistina komên çekdar ên Şîe ku xwe wekî Berxwedana Îslamî ya li Îraqê bi nav dikin, 67 êrişên li dijî baregehên Amarîkayê pêk hatine girtene ser xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 193 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:09:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x