Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî yê ku piştî kuştina Ebû Îbrahîm el-Haşimî Qureşî bû xelîfeyê DAIŞê jî hate kuştin.
Berdevkê CENTCOMê Joe Buccino di daxuyaniyeke nivîskî de got, “Di nîvê Cotmehê de bi kuştina Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî derbeyeke din li DAIŞê hat xistin. Ev operasyon ji aliyê Artêşa Azad a Sûriyê ve li Der'ayê hat kirin.”
Buccino diyar kir ku DAIŞ ji bo herêmê xeternak e û bal kişand ser têkbirina mayînde ya rêxistinê.
Ebû Îbrahîm el-Haşimî El-Qureşî ku derbasî şûna xelîfeyê yekem ê DAIŞê Ebûbekir el-Bexdadî bibû, meha Sibatê di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkî de li bakurê rojavayê Sûriyê hatibû kuştin.