CENTCOMê li ser operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê daxuyaniyek da

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di meha Adarê de bi hevpeymanên xwe re 94 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne.

06.04.2024, Cts - 16:33

CENTCOMê li ser operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek li ser operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê da.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di wan operasyonan de 18 çekdarên DAIŞê hatine kuştine û 63 jî hatine girtin.

CENTCOMê herwiha ragihand ji 94 êrişên ku wan li dijî DAIŞê encam dane 66 jê li Îraqê bûne.

Ew êriş jî bi alîkariya hêzên ewlehiyê yên Îraqê hatine kirin û tê de 11 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 36 jî hatine girtin.

CENTCOMê destnîşan kir ku 28 operasyon jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine kirin ku ew jî bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûne û di encamê de 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 27 jî hatine girtine.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) da zanîn ku nehiştina 2 hezar û 500 çekdarên reviyayî yên DAIŞê girîng e.

 

Vî nûçeyê tevayî: 153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:31:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x