CIA: Divê em Kurdistana xweser a Sûriyeyê bi Tirkiyeyê bidin fêhmkirin

Serokê Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) yê berê Michael Hayden di axaftina xwe de ragihand ku nasnameya dewletbûn a Iraq û Sûriyeyê li paş ma, wê pêkhateyên nû derkevin holê.

15.12.2017, Cum - 08:41

CIA: Divê em Kurdistana xweser a Sûriyeyê bi Tirkiyeyê bidin fêhmkirin
Nuçe Belav bike

Serokê Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) yê berê Michael Hayden li Washîngtonê di axaftina xwe ya girtina konferansa Weqfa Jameston de got: "Nasnameya dewletbûn a Iraq û Sûriyeyê li paş ma, wê pêkhateyên nû derkevin holê û yek ji van jî Kurdistana xweser e. Ji bo pêşeroja kurdan divê Amerîka bi Tirkiyeyê re têkeve nava diyalogeke nêzîk."

Mchael Hayden di berdewamiya axaftina xwe de behsa avakirina dewletek kurdî kir û got: "Li gorî nêrîna min êdî dewletên bi navê Iraq û Sûriye tineye. Bi temamî winda nebûn, lê nasnameya wan a dewletbûnê li paş ma. Wê pêkhateyên nû derkevin holê û yek ji van jî Kurdistana xweser e. Em amerîkî ji bo şerê dawî spasiya kurdan dikin. We Kurdistana xweser ava bibe û divê em vê ji dostên xwe yên li Enqereyê re bêjin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1057 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x