Diyaloga hevpar a alîkariya ewlehiyê ya Amerîka û Îraqê bidawî hat

Diyaloga hevpar a alîkariya ewlehiyê ya navbera Amerîka û Îraqê li Waşintonê bidawî hat û danûstandin li ser çend pirsan hatin kirin.

24.07.2024, Çar - 17:32

Diyaloga hevpar a alîkariya ewlehiyê ya Amerîka û Îraqê bidawî hat
Nuçe Belav bike

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski li ser tora civakî ya Xê ragehand, “Diyaloga hevpar a alîkariya ewlehiyê ya navbera Amerîka û Îraqê li roja Sêşemê, 23.07.2024, piştî danûstandin li ser paşeroja peywendiyên me yên ewlehiyê yên dualî, bidawî hat.”

Alina Romanowski eşkere jî kir, “Em bi dilxweşiyeke zêde li benda karkirina bi hevparên xwe yên Îraqî re ne, ji bo pêşxistina stratejîk a ku lihevkirin ji bo veguhastina erkê Hevpeymaniya Navdewletî li ser hatiye kirin.”

Pirsa mana Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi Serokatiya Amerîkayê jî yek ji tewerên serekî yên Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Waşintonê bûn, ji ber ku di derheqa mana hêzên biyanî de di navxweya Îraqê de givaştineke zêde li ser hikûmeta wî heye.

Tevî van hemî givaştinan jî, Amerîkayê gelek caran ragehandiye ku DAIŞ hêşta li deverê metirsî ye û ew amade nînin ji Îraqê derbikevin.

Di eynî demê de jî lijneyeke bilind a serbazî ya Îraq û Amerîkayê jî li ser berfirehkirina hevahengiya serbazî ya navbera wan û diyarkirina erkê bê yê hêzên Hevpeymanan pêk hatiye, heta niha çend civîn jî kirine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:27:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x