Robert Stephen Ford di navbera salên 2011 û 2014ê de balyozê Amerîkayê li Sûriyê bû û bi nêrina xwe dibêje ku şer di navbera Hêzên Kurdan û Hêzên Esad de nayê manî kirin.
Şerê navxwe yê Sûriyê ketiye qonaxeke nû. Hêzên alîgirê hikûmetê, nîvê sûriyê kontrol kirine û Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî di navçeyên bin kontrola DAIŞ'ê de pêşve diçin. Heta niha jî van herdu hêzan bi awayeke cuda kar kirine û pêşve çûne. Lê bi nêrîna balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê, ev rewş dê were guhertin û ji bo Amerîkayê ya baş ew e, ku demildest hizra vekişandina hêzên xwe li Sûriyê bike. çimkî zû yan jî dereng, hêzên hikûmetê dê bi piştgiriya Îran, Rûsya û hevpeymanên xwe yên din, hêza xwe bişîne rojhilatê Sûriyê.
Tekoşîna têkbirina DAIŞ'ê, ku hinceta beşdarbûna Amerîkayê ya nav qeyrana Sûriyê bû, bi dawî dibe û divê di demeke nêzîk de Koşka Spî derbarê çarenivîsa hêzên xwe yên li Sûriyê biryarê bide.
Amerîka, di dema êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanî de beşdarê şerê Sûriyê bû. Paşî hevkariyên wan ên ji bo Quwetên sûriyeya Demokratîk (QSD) berdewam bûn, ku ev hêz bi serpereştiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatiye damezrandin.
Robert S. Ford di wê baweriyê de ye, di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Rojavayê Kurdistanê misoger dê şer çêbibe û amaje bi wê yekê dike, ku beşdarbûna Amerîkayê ya nava vî şerî û pişgiriya wî ya ji bo hêzên kurdî “tiştekî xelet” e. Çimkî ti aliyeke din piştgirî nade vê pêngava Amerîkayê ya li bakûr û rojhilatê Sûriyê. Hikûmetên Îran û Tirkiyê, ku pirsa Kurd ji wan re jî pirsgirêka sereke ye, dê piştgiriyê bidin pêngava Esed.
Ji bilî vê yekê, bi nêrîna Ford, “Li Amerîkayê ti îradeyeke siyasî nîne, ku piştgirî bide şerê Amerîkayê ya ji bo qazanca hêzên Kurdî yan jî hozên Ereb ên Dêrezorê. Ji xeyvê vê jî rojhilatê Sûriyê ji bo siyaseta ewlekariya nîştîmanî ya Amerîkayê ti caran giring nebûye.”