Ji Amerîka peyama hevkariya bi YPGê re

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê John Dorrian got, ew dê li ser rêkeftina bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re kirine berdewam bin.

04.05.2017, Per - 07:22

Ji Amerîka peyama hevkariya bi YPGê re
Nuçe Belav bike

Berdevkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê John Dorrian li bajarê Bexda yê paytexta Iraqê pirsên rojnamevanên ên derbarê operasyona Reqa û Mûsilê de bersivandin.

Pirsa “Tirkiyê dê dîsa êrişê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bike?” John Dorrian wiha bersivand:

“Di vê mijarê de divê ev yek baş bê zanîn. Bi Tirkiyê re peywendiyên me yên dûr û dirêj hene û ew hevalbendeke girîng a NATOyê ye. Li Bakurê Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de bandora wê gelek heye. Ligel Dabiqê çend navçeyên din ji destê DAIŞê deranîn. Di vê têkoşînê de Tirkiye gelek bi bandor e. PKK jî beşek ji HSDê ye. Hevpeymaniya erebên sûriyê jî beşek ji HSDê ye. Wan bajarê Reqayê dorpêç kirine. Zêdetirî 800 hezar kilometreyan ji destê DAIŞê de deranîn. Rêkeftina me ya bi HSDê re dê berdewam be. HSD hezeke pêbawer e, û li dijî DAIŞê jî bi xwedî bandor e.”

Rojnamevanê pirs kirî dîsa pirsî: “Ji bo zelal kirinê ez dipirsim. We got, PKK beşek ji HSDê ye.” Dorrian li ser vê yekê jî wiha got: “YPG beşek ji HSDê ye.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:10:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x