Ji Lavrov bo Amerîkayê: Xwe ji çalekiyên yekalî dûr bigrin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo xistina balafira sûrî ji aliyê koalîsyonê ve daxuyaniyek da û bangî Amerîkayê kir: "Xwe ji çalekiyên yekalî yên ku erêkirina Sûriye tuneye dûr bigrin."

19.06.2017, Pts - 07:12

Ji Lavrov bo Amerîkayê: Xwe ji çalekiyên yekalî dûr bigrin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo xistina balafira artêşa Sûriyeyê ji aliyê koalîsyonê navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike ve di axaftina xwe ya çapemenî de bangî Amerîkayê kir û got: "Bila Amerîka xwe ji kordînekirina çalekî û çalekiyên yekalî ku erêkirina Sûriye tunebe dûr bigre."

Sergey Lavrov li payextê Çînê li Pekînê beriya civîna Wezîren Derve yên endamê welatên BRICSê di axaftina xwe ya çapemenî de got. "Heke em behsa bûyerên dawî yên Sûriyeyê bikin… Divê herkes rêz li axa û serweriya Sûriyeyê re bigre. Ji bo her çalekiya ku were kirin divê erêkirina Şamê were girtin."

Lavrov di bberdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di pêvajoyê Astanayê de bi pêşniyar û hewldanên xwe bi hikûmeta Sûriyeyê re li hev kiriye. Divê hemû alî wiha tevbigerin. Herêmên bi ewle yên Sûriyeyê ji bo pêşveçûbê bijarteyeke baş e. Em bangî Amerîka û hemû hêzên ku li Sûriyeyê di nava tevgerê de ne bil abi destûra hikûmeta Şamê tevbigerin."

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1116 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:29:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x