Li Amerîka ezmûna Rêveberiya Xweser tê gotûbêjkirin

Li Washington, hejmarek kesayetiyên Sûrî ku niştecî û hevwelatiyên Amerîkayê ne, civîneke Şêwirê lidardixin.

29.10.2022, Cts - 17:18

Li Amerîka ezmûna Rêveberiya Xweser tê gotûbêjkirin
Nuçe Belav bike

Hejmarek kesayetiyên Sûrî ku li Amerîka dimînin, îro li Washington civîneke Şêwirê lidar dixin. Di civînê de, mijarên hevgirtina Amerîkiyên Sûrî, ezmûna Rêveberiya Xweser, rewşa Bakurê Rojavayê Sûriyê û helwesta Amerîka derbarê Sûriyê de tên gotûbêjkirin.

Di civînê de, dê 4 mijarên sereke li ser çar maseyan bên gotûbêjkirin:

Maseye yekem, hevgirtina Amerîkiyên Sûrî û yekgirtina ajandaya çareseriya Sûrî Maseya duyem, gotûbêjkirina rzmûna Rêveberiya Xweser li rojhilatê Feratê Maseya sêyem, gotûbêjkirina rewşa bakurê rojavayê Sûriyê Maseya çarem, gotûbêjkirina ajandaya Amerîka derbarê Sûriyê de

Beşdarekî civînê ji Rûdawê re got, kesayetiyên Kurd ji bo civînê hatine vexwendin.

Beşdarê Civînê Îsam Xûrî got: “Bêguman me gelek Kurd vexwendin, ji ber ku Kurd kesûkar û xelkê me ne. Ew di dawiyê de gelekî Sûrî ye, gelekî Sûrî resen e, li ser xaka Sûriyê çêbûye lewma ji mafê wî ye ku belgeyên fermî bi temamî werbigire, ne wek ku rejîma tawankar, rehîma Hafiz Esed û kurê wî kir û dabeş kirin wekî ecnebî û mektûm. Ev polînkirina ne niştimanperwerane hesta hevwelatîbûnê li Sûriyê jinav bir, û hişt ku Kurd dûr bikevin. Kurd cihê pêşwaziyê ye wekî yê Ereb, Aşûrî, Siryanî, û Kildanî. Ew hemû xelk û kesûkarên me ne, û em berevaniyê li hemûyan dikin, ji ber ku bangexwazên Mafên Mirov in.”

Beşdarê Civînê Eymen Ebdulnûr jî got: “Hemû beşdarên civînê berpirsên bilind û siyasetvanên xwedî ezmûn in, li Sûriyê, li Neteweyên Yekbûyî, banka cîhanî, û sebeta nexta navdewletî kar kirine. Ew ne tenê ligel berpirsên Amerîkî dicivin û guftogoyê dikin, lê belê ligel hejmarek dîplomatkarên ji Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî danûstandinê dikin.

Berî civînê bi 2 rojan, 2 endamên komîteya amadekar ji koîmteya rêxistinkar vekişiyabûn. Di daxuyaniyeke hevbeş de, Reşa el Ehdeb û Hisên Esaf ragihandibûn ku ji ber tunebûna bêalîtiyê di şandina vexwendinan de û nehêniya aliyê piştevan û guhertina dîdara şêwrê bi konferans ew ji komîteya rêxistinkar vedikişin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 387 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:35:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x