Mayîna Amerîka li Sûriyê girêdayî Kurdan e!

Pisporê leşkerî yê Rûsî Konstantîn Sivkov di axaftina xwe de ragihand ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê tenê bi avakirina herêma xweser a kurdan dikare biparêze.

24.11.2017, Cum - 07:46

Mayîna Amerîka li Sûriyê girêdayî Kurdan e!
Nuçe Belav bike

Pisporê leşkerî yê Rûsî Konstantîn Sivkov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Piştî rêxistina terorîst li Sûriyeyê têk çû, Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê tenê bi avakirina herêma xweser a kurdan dikare biparêze. Eger ev nebe rîska tecrîdkirina baregehên wê heye."

Konstantîn Sivkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Amerîka bixwaze li Sûriyeyê bimîne divê sedemekê nîşanî Şamê bide. Eger baregeha Amerîkayê li Sûriyeyê hebe dibe ev ji aliyê rêvebiriya Şamê û welatên cîran ve were tecrîdkirin. Ez bawerim heke Amerîka xweseriya kurdan nas neke wê nikaribe hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê bidomîne. Ji aliyê din ve eger xweseriyê binase wê têkiliyên Enqere û Washîngtonê têk herin."

Sivkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo planên Amerîka û berjewendiyên yên hersê welatên mezin Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li hev nakin wê pozisyona herêmê lawaz bike. Washîngton îro ne tenê li hemberî Rûsyayê, rasterast li hemberî Moskow, Tehran û Enqereyê jî tê beramberî heb."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:27:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x