Herbert McMaster li Washigtonê di axaftinekî xwe de eşkere kir, ku Amerîka Iraqeke bihêz û dûrî hejmûna Îranê dixwaze, got jî: Bihêzbûna Iraqê girêdayî bihêzbûna Herêma Kurdistanê ye.
Her wiha McMaster tekez jî kir ku Amerîka xwediya pêwendiyên dîrokî ye li gel Herêma Kurdistanê û dema ew serdana bajarên Hewlêr, Silêmaniyê û Dihokê dike, hest dike li yek ji bajarên başûrê Ewropa ye.