Pentagon: Me ji Îranê re ragihand em ji êrişa Şamê ne berpirs in

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku haya wan ji êrişa Şamê nebûye û wan ji Îranê re eşkere kiriye ku ew beşdarî êrişa Şamê nebûne.

03.04.2024, Çar - 09:22

Pentagon: Me ji Îranê re ragihand em ji êrişa Şamê ne berpirs in
Nuçe Belav bike

Cîgira Berdevka Wezareta Parastina Amerîkayê Sabrina Singhê di civîneke çapemeniyê de bersiva nûçegihanan da.

Sabrina Singhê ragihand, "Bi rêya kanaleke taybet me ji Îranê re ragihand ku em ne berpirsê êrişa Şamê ne.”

Herwiha Sabrina Singhê got, “Em vê tekez dikin ku Amerîka beşdarî êrişê nebûye û beriya rûdana êrişê ti zanyariyên nebûn.”

Îsraîlê şeva borî Balyozxaneya Îranê ya Şamê bombebaran kir.

Fermandarê Hêza Qudisê yê li Libnan û Sûriyeyê Mihemed Riza Zahidî û Fermandar Mihemedhadî Hacî Rehîmî jî di nav de 13 rayedarên Îranî hatin kuştin.

Serokkomarê Îranî Îbrahîm Reîsî jî derbarê êrîşa li Şamê got, “ Ew êrîşa terorîstî bêbersiv namîne.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji sala 2011yê ve Îsraîlê zêdetir ji 100 êrîşên asmanî li Sûriyê pêk anîne.

Berpirsên Îsraîlê gelek caran ragihandine, ew dê rê nedin Îran li ser axa Sûriyeyê bihêz bibe û axa Sûriyê jib o ajandayên xwe bikar bîne.

Li aliyê din, ji destpêka şerê Xezeyê ve Îsraîlê herî kêm 50î carî milîsên Îranê yên li Sûriyeyê ne bombebaran kiriye.

Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:28:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x