Sabrina Singh: Hindî DAIŞ hebe, erkê hêzên Amerîkayê li Îraqê berdewam dibe

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) eşkere dike ku, peywendiyên wan bi hikûmet û hêzên ewlehiyê yên Îraqê re gelek baş in. Herwesa dibêje, “Hindî DAIŞ hebe, erkê hêzên Amerîkayê li Îraqê berdewam dibe”.

17.04.2024, Çar - 12:12

Sabrina Singh: Hindî DAIŞ hebe, erkê hêzên Amerîkayê li Îraqê berdewam dibe
Nuçe Belav bike

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh şevêdî (Sêşem, 16ê Nîsana 2024ê) tevlî geşta nûçeyên K24ê bû û ragehand, “Civînên me ji bo mukomkirina peywendiyan bi Îraqê re ne, me rêz ji bo peywendiyên xwe yên bi Hikûmeta Îraqê re heye, belkî em giringiyê bi wan peywendiyan didin”.

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) got, “Em dê li ser şandina alîkariyên serbazî ji bo Îraqê berdewam bin, guhertin bi ser peywendiyên me yên bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re nehatine. Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê jî rêzeke taybet ji bo peywendiyên bi Îraqê re heye”.

Sabrina Singh amaje jî da, “Milîşyayên girêdayî Îranê li Îraq û Sûriyeyê êrîş dikin ser hêzên me. Hindî gefên artêşa Pasdaran li Îraqê berdewam bin, em dê hêzên xwe li wê derê zêdetir bikin”.

Navbirî herwesa got, “Hindî gefa DAIŞê li Îraqê hebe, em dê li wê derê bin. Me lijneyeke bilind çê kiriye ji bo ku em helsengandinê ji bo erkê hêzên xwe li Îraqê bikin, ji bo ku em piştrast bibin ka gelo DAIŞ pûç dibe”. Herwesa bal kêşa ser wê yekê jî ku, ew dê hevahengiyên xwe yên serbazî mukomtir bikin, ji bo ku piştrast bibin ku ewlehiya deverê parastî ye.

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) tekez jî kir ku, sedema hebûna hêzên wan li Îraq û Sûriyeyê ji bo nehêlana DAIŞê ye. Wekî ku wê bi xwe amaje da, DAIŞ hêşta gef e.

Sabrina Singh eşkere jî kir ku, hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi hêzên Amerîkayê re ji bo rûbirûbûna DAIŞê kar dikin, herwesa şiyanên hêzên Îraqê gelek baş in û ew dê li ser pirçekkirina wan berdewam bin”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 145 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:23:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x