Şêwirmendê Asayişa Neteweyî ya Amerîkî Jake Sullivan got, pêşveçûnek di derbarê gihîştina rêkeftina pevguhertina girtiyan li Kerta Xezzeyê heye û Îran piştî lawazbûna Hizbullahê û rûxandina rêjîma Beşar Esed, bi temamî lawaz bûye.
Sullivan ji Kanala 13 ya Îsraîlê re her got, ya herî girîng ew e ku girtiyên Îsraîlî vegerînin û li Xezzeyê agirbestek pêk bînin.
Tekez kir jî, ew nikare piştrast be ku ev yek dê di çend hefteyên pêş de çêbibe yan na, lê wî tekezî li ser îradeya xwe ji bo pêkanîna vê yekê kir.
Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken jî duh 13ê Berçile, di serdana xwe ya bo Enqerê de ragihandibû, wî nîşanên pêşveçûnê bo agirbestê li Kerta Xezzeyê dîtine.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniyê yê Israîlê Yisraîl Katz ragihand, derfeteke rast heye bo gihîştina rêkeftinekê bo azadkirina girtiyên li Xezzayê.
Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, Îran piştî lawazbûna Hizbullahê û rûxandina rêjîma Beşar Esed, bi temamî lawaz bûye.
Herwiha got: “Dijminên Amerîkayê lawaz bûne, bêyî ku Washington bikeve nav şerekî berfireh li herêmê.”
Sullivan piştrast kir, “Nabe Îran bigihe şiyanên nukleerî û ji bo misogerkirina wê hemû bijarde li ser maseyê ne.”