Îstixbarata Almanyayê: Aloziyên li Tirkiyê bandorê li welatê me dikin

Serokê Îstixbarata Navxweyî ya Almanyayê Thomas Haldenwang ragihand ku aloziyên di nav siyaseta navxwe ya Tirkiyê de bandorê li Almanyayê dikin.

02.01.2023, Pts - 08:15

Îstixbarata Almanyayê: Aloziyên li Tirkiyê bandorê li welatê me dikin
Nuçe Belav bike

Serokê Îstixbarata Navxweyî ya Almanyayê Thomas Haldenwang derbarê bandora hilbijartinên bên ên Tirkiyê de bo ser Almanyayê ji medya welatê xwe re axivî. Thomas Haldenwang dibêje, aloziyên di nav siyaseta navxwe ya Tirkiyê de bo Almanyayê tên veguhestin.

Haldenwang got, “Aloziyên di nav siyaseta navxwe ya Tirkiyê de bo vê derê jî tên veguhestin. Li aliyekî netewperestên Tirk û rastgirên tund ên alîgirên hikûmeta Tirkiyê û li aliyê din hêzên opozîsyona demokratîk û alîgirên rêxistinên terorist û tundrew ên wek PKKê hene.” Haldenwang dibêje, rojnamevanên opozîsyona Tirkiyê tên şopandin û tirsandin.

Li gor yasaya ku sala 2017an ji aliyê Almanyayê ve hatiye derxistin, ji bilî welatên endamên Yekitiya Ewropayê berî hilbijartinan bi 3 mehan kesek nikare xebatên hilbijartinan bike. Lê tevî vê yekê Îstixbarata Navxweyî ya Almanyayê, li nav welat hinek belavokên derbarê hilbijartinên Tirkiyê de dîtin.

Haldenwang, bal kişand ser xebatên îstixbarî yên Rûsyayê jî û got, “Heta şerê Ukraynayê berdewam bike, dê îstixbarata Rûsyayê girîngiyê bide Almanyayê û çalakiyên wan zêde bibin.” Di meha Kanûna 2022ê de karmendekî Îstixbarata Derve ya Almanyayê, bi hinceta sîxurtiya Rûsyayê hatibû girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:27:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x