Aktar yasaya hatiye hilweşandin nirxand: Gelo Demîrtaş dê jê sûdê wergire?

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) yasaya ku “kesên ne endamê rêxistinê ne lê li ser navê rêxistinê tûşî tewanan bûne ceza dike”, hilweşand.

09.12.2023, Cts - 19:40

Aktar yasaya hatiye hilweşandin nirxand: Gelo Demîrtaş dê jê sûdê wergire?
Nuçe Belav bike

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê doh biryara xwe di Rojnameya Fermî de belav kir.

Biryar bi yekdengî hatiye wergirtin û biryar dê piştî 4 mehên din bikeve warê bicihkirinê.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê di biryara xwe de diyar kir ku benda 6 a xala 220an a Yasaya Ceza ku dibêje “Kesê li ser navê rêxistinê tawanê bike, ne endamê rêxistinê be jî bi sûcê endamtiya rêxistinê tê cezakirin, hilweşand.”

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê herwiha gotiye, wateya têgeha “li ser navê rêxistinê” bi zelalî ne diyar e û ev yek bandorê li “azadiya raderbirînê” û “mafê xwenîşandan û meşê” dike.

Derbarê vê mijarê de serokê berê yê Baroya Amedê parêzer Mehmet Emîn Aktar bû mêvanê bultena Bakur ya Rûdawê ku ji aliyê Hêvîdar Zana ve tê pêşkêşkirin.

Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku benda 6emîn baş nayê pênasekirin ji ber vê sedemê jî gelek kes mexdûr bûne û got:

“Mînak, eger hûn bi partiyeke neqanûnî re heman tiştan bêjin, dê dozger bikaribe we tewanbar bike.”

“AYM gotibû xala 6emîn binpêkirina mafan e”

Aktar bi bîr xist ku AYMyê beriya salekî biryar dabû ku benda 6emîn yasaya “binpêkirina mafan e” û got:

“Di serî de min û gelek kesên din jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Di encama serlêdanê de dadgehê ev yek wekî binpêkirina mafan dît.

Dadgehê ragihand, ji ber ku pênaseyeke zelal a sûc tune ye, li hemberî kesên ku li gorî vê madeyê hatine darizandin nêzîkatiyeke adîl pêk nayê.

AYMyê jî salek dem da parlementoyê da ku xala 6emîn ji nû ve rast bike û betal bike lê Parlemntoyê di vê pêvajoyê de biryarek neda. Dadgeha Destûra Bingehîn, di encama serlêdana du dadgehên cezayê de biryar da.”

"Dadgeh dikarin heta ku parlamento biryarê bide, cezayan taloq bikin"

Aktar diyar kir ku biryara AYMyê di cih de ye û got:

“Lê AYMyê 4 meh dem da parlementoyê, ev dem gelekî zêde ye. Beriya niha jî salekî dem dabû. Kesên ku ji ber yasayî hatine darizandin û hatine girtin hene. Dê rewşa wan çawa be?

Ji bo yekê rêyên hiqûqî hene. Heta ku parlemento biryar bide, divê dadgeh cezayê van kesan taloq bike.”

Aktar ji bo pirsa ‘gelo gengaze ku parlemento biryara nerênî bide biryarê’ got:

“Eger biryar ne li gorî Destûra Bingehîn be, Dadgeha Destûra Bingehîn dikare wê biryarê betal bike.

Îro AYM biryara betal kirinê da û ji bo pêk anînê jî 4 meh dem da parlementoyê. Ango ev jî tê wê wateyê ku heta 8ê Adarê dê bikeve meriyetê.

Ji wê rojê şonve tê bendavek wisa di yasaya Tirkiyeyê de cih negire. Di navbera 4 mehan de parlemento dikare bendê betal bike û sererast bike.”

Aktar wiha berdewam kir, “Em nizanin çend kes ji hilweşandina vê yasayê dê sûd bigirin. Ev bend, sala 2005an hatibû erêkirin û heta sala 2012an jî wekî yasaya ‘endamtiya rêxistinê’ bi rê ve diçû.

Ango bi kesên ku endamê rêxistinê re heman ceza dihat dayîn. Ev bêedaletiyeke mezin bû û rê li ber bertekan jî vekir.”

Parêzer Aktar herwiha got:

“Bêyî ku delîl hebin ev doz hatin vekirin. Dema ku kesek beşdarî cenaze û taziye biba ango li ser nave rêxistinê daxuyanî bida wekî delîlê endamtiya rêxistinê hat qebûlkirin.”

“Girtiyên siyasî jê sudê nagirin”

Aktar diyar kir ku hilweşandina yasaya 6emîn dê sudê nede Selahattin Demîrtaş û girtiyên din û got:

“Ji ber ku ew rasterast bi tewana ‘endamtiya rêxistinê’ têne darezandin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x