Banga Serok Barzanî ji bo HDP’ê bi hêvî tê pêşwazîkirin

Li Diyarbekirê, banga Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo vegera pêvajoya aştiyê û serbestberdana parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP); ji aliyê rêvebirên HDP’ê ve wekî hêviyeke ji bo pirsa Kurd hat nirxandin. Rêvebirên HDP’ê li ser banga Serokê Kurdistanê diyar kir ku; bi vê hewila Serokê Kurdistanê re, ji bo pirsa Kurd çi bikeve ser milên wan, ew ê jî amade bin. Li gorî çavdêrên siyasî jî Tirkiye ji ber qedirgirtina Serok Barzanî dibe ku bersiva erênî bide bangewaziyên wî.

27.02.2017, Pts - 14:51

Banga Serok Barzanî ji bo HDP’ê bi hêvî tê pêşwazîkirin
Nuçe Belav bike

Li Diyarbekirê, banga Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo vegera pêvajoya aştiyê û serbestberdana parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP); ji aliyê rêvebirên HDP’ê ve wekî hêviyeke ji bo pirsa Kurd hat nirxandin. Rêvebirên HDP’ê li ser banga Serokê Kurdistanê diyar kir ku; bi vê hewila Serokê Kurdistanê re, ji bo pirsa Kurd çi bikeve ser milên wan, ew ê jî amade bin. Li gorî çavdêrên siyasî jî Tirkiye ji ber qedirgirtina Serok Barzanî dibe ku bersiva erênî bide bangewaziyên wî.

Serdanên Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî yên bi dewletên biyanî û serdana wî ya ji bo Tirkiyeyê, li bakûr û li Diyarbekirê, ji nêz ve hatin şopandin. Bangewaziya Serok Barzanî ya ji bo serbestberdana parlementerên HDP û DBP’ê yên girtî; ji aliyê siyasetmedarên Kurd ve wekî gavekî herî maqûl û herî hesas hat binavkirin.

Hevserokê HDP’a Bajêr a Diyarbekirê Omer Onen, da zanîn ku di vê pêvajoya ku destkeftinên Kurdan ketine nav xetereyê de; ew vê banga Serok Barzanî wekî nîşaneya tifaqa Gelê Kurd dibînin.

Omer Onen ji K24ê re jî wiha axivî: “Heger dilsozî hebe, em bibêjin ji bo ku Kurd ji hev werin qutkirin, lîstikên dewletên din ku wê daxwazê li gorî berjewendiyên xwe nedin meşandin; bi rastî jî em dibêjin ev dem ji bo tifaq û yekîtiya Kurdan bi taybetî jî rol û mîsyona Birêz Barzanî di vê babetê de girîng e. Em gelek girîng dibînin lê divê ev jî ji bo berjewendiyên gelê Kurd bên meşandin.”

Li Diyarbekirê, ji xeynî nirxandina siyasetmedaran; beşên din ên civakê jî hem ji aliyê aboriyê ve hem ji aliyê têkiliyên civakî ve serdanên Serokê Kurdistanê girîng dibînin û diyar dikin ku gavên bi vî rengî ji bo berjewendiyên gelê Kurd gavên dîrokî ne.

Serokê Komeleya Karsazên Bakurê Kurdistanê; Şah Îsmaîl Bedîrhanoglû diyar dike ku di têkiliyên cîrantiyê de Tirkiye herî zêde bi Kurdistanê re di nav ahengiyê de dan û stendinan dike, ji ber vê yekê jî ew di wê baweriyê de ye ku dê bangewaziyên Serok Barzanî ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve bi erênî werin nirxandin.

Herwiha Şah Îsmaîl ji K24ê re jî got: “Li gorî ku Birêz Barzanî jî anîbû zimên; girtina nûnerên siyaseta Kurdan, di wijdanê raya giştî de nerehetiyê peyda dike. Ji bo ku pêşî li siyaseta demokratîk were vekirin, di rojên pêş de serbestberdana siyasetmedaran helbet girîng e. Li gorî baweriya min; dê rol û mîsyona Birêz Barzanî, ji cara din gelek zêdetir be.”

Banga Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo serbestberdana siyasetmedarên HDP û DBP’ê ya ji bo vegera pêvajoya aştiyê; li Bakur hem ji aliyê Rêvebirên HDP’ê ve hem ji aliyê Partiyên Kurdistanî û çavdêrên siyasî ve wekî hêviyeke nû hat nirxandin û niha jî gelê Bakûr çaverê ye ku bangewaziya Serok Barzanî li qada Tirkiyeyê bersiveke erênî bibîne û pêşî li şer û pevçûnan were girtin.

Kurdisran 24
Vî nûçeyê tevayî: 2014 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:17:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x