Berbijêra parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk bi biryara dadgehê hat girtin

Berbijêra parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a bajarê Kocaeliyê yê Tirkiyê Ayten Donmez bi biryara dadgehê hat girtin.

27.04.2023, Per - 05:50

Berbijêra parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk bi biryara dadgehê hat girtin
Nuçe Belav bike

Ayten Donmez a ku ji aliyê Partiya Çep a Keskan ve li Kocaeliyê di rêza 13emîn de wek berbijêra parlamenteriyê hatibû destnîşankirin, li mala xwe ya li navçeya Uskudarê ya Stenbolê hat desteserkirin û piştî karên li Rêveberiya Ewlehiyê ji bo 2emîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Stenbolê hat birin.

Donmez a ku îfadeya xwe li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da, bi daxwaza girtina wê ji 2emîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Stenbolê hat birin.

Di çarçoveya rapora pisporiyê ya ku di 25ê Nîsanê de ji aliyê Rêveberiya Laboratuvara Cendirmeyan a Stenbolê ve hat amadekirin de, forma berhevdana rûyan hat amadekirin û di mijara lêpirsînê de hat desnîşankirin ku jineke bi “kamûflajên rêxistinî” û Donmez bi îhtimaleke mezin yek in, dadger jî li ser vê yekê biryara girtina Donmez da.

Ev di demekê de ye Roja 25ê Nîsanê li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û zêdeyî 120 kesên siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kiribûn. Operasyon di çarçoveya Serdozgeriya Amedê de hat kirin û di nav kesên desteserkirî de 25 parêzer hebûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 180 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:22:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x