Bodrum: Karkerên Kurd li rastî êrîşeke nijadperestî hatin

Li navçeya Bodrum a Muglayê 3 karkerên Kurd bi hinceta ku bi kurdî axivîne rastî êrîşa nijadperestî ya komekê hatin. Koma ku bi tifing, kêr û hesinan êrîş kirin gef li karkerên Kurd xwar.

03.04.2023, Pts - 05:35

Bodrum: Karkerên Kurd li rastî êrîşeke nijadperestî hatin
Nuçe Belav bike

Êrîşa nijadperestî roja Yekşemê 2ê Nîsana 2023an li taxa Turgutreîs a navçeya Bodrumê pêk hat.

Mehmet Şakir Balta û 2 xalên xwe yên ku berî 20 rojan ji navçeya Misirc a Sêrtê ji bo xebatê çûne Bodrumê, bi hinceta li înşaeta ku lê dixebitîn bi Kurdî diaxivin rastî êrîşa nijadperestî ya komeke qelebalix hatin.

Mehmet Şakir Balta ji Rûdawê re axivî û got ku ew karê elektrîkê dikin û ji ber ku ew di nav xwe de bi Kurdî diaxivin bûne armanca wan kesên ku bi wan re li heman cihî dixebitin.

Balta got, “Ji ber ku em li xwaringeha înşaetê bi Kurdî diaxivîn, dengê xwe li ser me bilind kirin. Piştre bi hejmareke zêde êrîşî me kirin. Di destên wan de tifing, kêr û hesin hebûn.”

Balta diyar kir ku ew piştî êrîşê çûne nexweşxaneyê û rapor wergirtine û destnîşan kir ku xalekî wî ji eniya xwe bi kêrê û yê din jî ji pozê xwe derb xwariye.

Mehmet Şakir Balta diyar kir ku îro îfadeyên wan ji aliyê cendirmeyan ve hatine girtin û ew dê biçin li dadgehê gilî bikin û got, “Hîn jî gefan dixwin. Di parvekirinên xwe yên WhatsAppê de, gefên xwe yên dizî yên wekî "dema ku bê biryar mam, ez bê qûral dilîzim" dikin. Heta niha ti kes nehatiye desteserkirin.”

Balta her wiha da zanîn ku piştî bûyerê endamê MKYKê yê AKPê Abdurrahman Kurt telefona wan kiriye û gotiye ku ew ê vê bûyerê bişopînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 514 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:36:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x