Çavuşoglu bo Swêdê: Ji bo rûbirûbûna terorê gavên pratîk biavêjin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji Swêdê daxwaz kir, berpirsyarên rêkeftina sêalî bi cih bînin û ji bo rûbirûbûna terorê gavên pratîk biavêjin.

02.06.2023, Cum - 05:53

Çavuşoglu bo Swêdê: Ji bo rûbirûbûna terorê gavên pratîk biavêjin
Nuçe Belav bike

Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê, bersiva daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom da, ku di konferansa civîna wezîrên derve yên NATOyê de li Osloya paytexta Norwecê dabû.

Çavuşoglu got: “Peyameke gelek zelal ji bo dostên me yên Swêdê, berpirsyariyên xwe yên di rêkeftina sêalî de bi cih bînin û gavên pratîk ji bo rûbirûbûna terorê biavêjin, wê demê mijarên din dê çareser bibin.”

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû: “Civîna wezîrên derve yên NATOyê li Osloyê, piştevaniyeke bihêz a welatên endam ji bo endambûna Swêdê di NATOyê de nîşan da. Ev peyameke zelal e ji bo Tirkiye û Hungaryayê li ser destpêkirina proseya endambûna Swêdê li NATOyê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x