Çavuşoglu: Nabe Amerîka firokeyên F-16 bi şert û mercan bifroşe me

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro li Tirkiyê ragihand, rêveberiya Serok Joe Biden piştgiriya firotina firokeyên F-16 û bernameya nûjenkirinê ya Tirkiyê dike.

20.02.2023, Pts - 13:02

Çavuşoglu: Nabe Amerîka firokeyên F-16 bi şert û mercan bifroşe me
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê li Enqerê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş a ligel hevtayê xwe yê Amerîkî Anthony Blinken piştrast kir, Tirkiye nikare bi şert û mercên pêşwext firokeyên F-16 yên Amerîkî bikire û got, eger rêveberiya Amerîka li ser helwesta xwe ya biryardar tevbigere, dê mijara firokeyên F-16 were derbaskirin.

Mevlut Çavuşoglu got jî, welatê wî li bendê ye ku piştgiriya Kongressê werbigire, ta ku welatê w bi rêkeftina 20 milyar dolarî, firokeyên F-16 bidest bixe.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken ragihand, rêveberiya Serok Joe Biden piştgiriya firotina firokeyên F-16 û bernameya nûjenkirinê ya Tirkiyê dike.

Her wiha her du aliyan li ser pirsa endambûna Swêd û Fînlandayê di NATOyê de jî gotûbêj kirin û Wezîrê Derve yê Tirkiyê bang li hemû aliyan kir ku Swêd razî bikin da ku “gavên berbiçav” bavêje ji bo nehiştina nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê pejirandina endamtiya wê di hevpeymaniyê de.

Çavuşoglu got jî: “Pêwîst e hevpeyman bi hemû şêweyam, şerê terorê bikin û Amerîka jî li gorî rêkeftinên berê gavên berbiçav bavêje.”

Ji aliyê xwe ve, Blinken tekezî li ser piştevaniya bihêz a Washingtonê bo welatên Skandînavyayê kir ku di zûtirîn dem de beşdarî NATOyê bibin. Tekez kir jî, Fînlanda û Swêd li gorî wê yadaştnameya ku bi Tirkiyê re hatiye îmzekirin, gavên berbiçav avêtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:35:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x