Îsmaîl Saymaz di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku ji bo Turkan Elçî hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hatibû kuştin ji aliyê CHPê ve parlamenteriya Amedê hatiye pêşniyarkirin.
Saymaz got “Ji hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Turkan Elçî re ji aliyê CHPê ve parlamenteriya Amedê hat pêşniyarkirin. Tê çaverêkirin ku Elçî sibe bersiva xwe bide û bêje 'erê'.”
Turkan Elçî kî ye?
Turkan Elçî li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Amedê qedand.
15 salan mamostetiya zimanê Tirkî kir, paşê dest ji kar berda û Fakulteya Hiqûqê qedand.
Niha jî di bin banê Baroya Amedê de parêzeriya serbixwe dike.
Piştî kuştina hevjînê xwe Tahîr Elçî, Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî damezirand
Romaneke Elçî ya bi navê “Qijika Şîn” heye.