Demirtaş derbarê hilbijartina serokkomariyê de peyamek belav kir

Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş ragihand: “Em Kiliçdaroglu bikin serokkomar, bila Tirkiye nefesê bistîne.”

26.05.2023, Cum - 13:10

Demirtaş derbarê hilbijartina serokkomariyê de peyamek belav kir
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu belav kir û banga piştevaniya kir.

Demirtaş got: “Eger ji sindoqan guherîn dernekeve dê aborî û demokrasî bibin karesat. Êdî gera sêyem a vî karî jî nîne. Em birêz Kiliçdaroglu bikin serokkomar, bila Tirkiye nefesê bistîne. Biçin sindoqê, ji bo 1 nefesê 1 deng bidin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî îro li Amedê konferanseke rojnamevanî saz kir û banga çûna ser sindoqan û piştevaniya Kiliçdaroglu kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 492 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:21:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x