Dengdêr dê sibe ji bo gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê biçin ser sindoqan

Îro propagandeya gera dûyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê bi dawî dibe.

27.05.2023, Cts - 10:14

Dengdêr dê sibe ji bo gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê biçin ser sindoqan
Nuçe Belav bike

Biryar e îro Şemiyê 27ê Gulana 2023an demjimêr 17:00 propagandeya gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê bi dawî bibe û amadekarî bo hilbijartinê bên kirin.

Berî niha Desteya Hilbijartinên Tirkiyê di rojjimêra hilbijartinê de ragihandibû, demjimêr 17:00 propagandeya gera dûyem a hilbijartina serokkomar ku di navbera Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu de tê kirin, bi dawî dibe.

Her du berbijêr îro di dû demên cûda de berî demjimêr 17:00 peyamên xwe yên dawî di kanala fermî ya Tirkiyê TRTê de belav dikin. Li gor yasaya hilbijartina serokkomar, divê berbijêr ji sedî 50+1ê dengan bidest bixe. Eger ti berbijêrek wê rêjeyê bidest nexe, hilbijartin dikeve gera dûyem û merc e di dema 15 rojan de bê dubarekirin.

Di gera duyem de astenga %50+1 namîne û hevrikî di navbera dû berbijêrên herî bihêz de tê kirin ku berbijêrên yekem û dûyem in. Kîjan ji berbijêran dengê herî zêde bidest bixe, dibe 13emîn serokkomarê Tirkiyê.

Di gera yekem a hilbijatina serokkomariya Tirkiyê de, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %49.52ê dengan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.88ê dengan û Berbijêrê Hevpeymaniya Ata Sînan Ogan jî %5.17ê dengan bidest xistibû. Ti berbijêrekî ji sedî 50 kom yekê dengan bidest nexist, lewra hilbijartina serokkomariya Tirkiyê di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de ma gera duyem.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, piştî ragihandina encamên dawî yên gera yekem, dest bi çapkirina pisûleya nû ya dengdanê kir ku tenê wêneyên Erdogan û Kiliçdaroglu li ser in. Pisûle roja 18ê mehê gehiştin 156 balyozxane û nûnertiyên Tirkiyê li 73 welatên cîhanê û deriyên sînor ên bejayî, esmanî û deryayî.

Heta niha di proseya dengdana derve û deriyên sînor de, yek milyon û 912 hezar û 687 kesan deng dane. Proseya dengdanê li deriyên sînor wek hilbijartina giştî demjimêr 17:00ê roja 28ê Gulanê bi dawî dibe.

Di gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de mafê dengdanê yê 64 milyon û 163 hezar û 899 kesan heye. Her di gera dûyem de, 49 hezar û 958 kesên din bo yekem car mafê wan ê dengdanê dibe. Li girtîgehan 53 hezar û 172 hezar kes dikarin deng bidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:51:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x