Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) îro Şemiyê 11ê Adara 2023an bi armanca destnîşankirina partiyên ku mafê wan heye beşdarî hilbijartinên îsal bibin civînek saz kir.
Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener berî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, ew dê di civînê de kar li ser destnîşankirina wan partiyan bikin ku dê 14ê Gulanê beşdarî hilbijartinan bibin. Yener ragihand ku eger karûbarên wan temam bûn ew dê encaman bi raya giştî re parve bikin.
Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener wiha axivî “Rojeva me ya îro dê li ser destnîşankirina partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin be û xebatên me li ser vê yekê ne. Eger xebatên me gihiştin encamekê em dê zanyariyan bidin we.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Înê 10ê Adara 2023an ragihand ku dê hilbijartinên Serokkomarî û Parlamentoyê di 14ê Gulana 2023an de bên kirin ku biryar bû 18ê Hezîrana îsal bihatana kirin.