Di “Doza JITEMê” de biryareke nû hat dayîn

Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Enqerê di “Doza JITEMê” de derbarê 19 bersûcan ku di nav de Mehmet Agar, Korkut Eken, Ibrahim Şahin û Mahmut Yildirim (Yeşil) heye biryara beraetê da û ji xwe bi giştî 19 bersûc bûn.

27.05.2023, Cts - 06:57

Di “Doza JITEMê” de biryareke nû hat dayîn
Nuçe Belav bike

Di navbera salên 1993 û 1996an de li parêzgeha Enqerê û derdora wê Rêveberê Nifûsê yê Altindagê Abdulmecit Baskin jî di nav de 19 kes bi awayekî kiryarê wê nediyar hatibûn kuştin. Ji ber vê yekê li dijî Wezîrê Berê yê Navxwe Mehmet Agar, Serokê berê yê Daîreya Tevgera Taybet Ibrahim Şahin, polîsên berê yên tevgera taybet Korkut Eken, Ayhan Çarkin, Ayhan Akça, Ercan Ersoy, Ahmet Demiral û Enver Ulu jî di nav de bo 19 kesan doz hatibû vekirin.

Kurê Abdulmecit Baskin, Eren Baskin duh roja Înê 26ê Gulana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got, “Ez gelekî xemgîn im. Di dadgeha ku 11 sal in berdewam dike de tevî bi dehan delîl û şahidan hiqûq hat qetilkirin û derbarê hemû bersûcan de biryara beraetê hat dayîn.”

Doza JÎTEMê ya girêdayî kuştin û windakirina 19 kesan di salên 1993-1996an, di 13ê Kanûna 2019an de li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatibû dîtin. Dadgehê wê demê biryara beraetê dabû. Di nav kuştiyan de karsazên Kurd ên wek Savaş Buldan û Behçet Canturk jî hebûn. Lê piştre Dadgeha temyîzê biryarên beraetê yên bersûcên doza JÎTEMê, ku di nav wan de Wezîrê Navxweyî yê berê Mehmet Agar û Korkut Eken jî heye, hilweşandibû. Agar û bersûcên din ji nû ve dihatin darizandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:30:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x