Erdogan bang li Kurdan kir

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di peyamekê de bang Kurdan kir û got: “Em dê Sedsala Tirkiyê bi piştgiriya xwîşk û birayên me yên Kurd bi hev re ava bikin.”

11.05.2023, Per - 08:26

Erdogan bang li Kurdan kir
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û tê de dibêje ew dê piştevaniya Kurdan “Sedsala Tirkiyê” ava bikin.

Erdogan di heman demê de amaje bi wê yekê dike ku kêmasiyên wan hebûne û herwiha gelek tişt hebûna xwestinê bikin, lê nekarîne pêk bînin.

Peyama Erdogan wiha ye:

“Heta îro ji bo mafên we yên wek şîrê spî yê dayîka we helal in bidin we me têkoşîneke mezin daye. Ji bo ku dayik negirîn û agir nekeve dilan me gelek hewl daye.”

Hûn şahidên herî nêzîk ên hewldanên me yên dilsoz in.

Hûn baş dizanin ku me çi rewşên dijwar derbas kirine û çi xefik li pêşiya me hatine danîn.

Bê guman kêmasiyên me jî hebûn, tiştên ku me dixwest em bikin lê nikaribûn bikin jî hebûne; lê diyar e ku me di warê maf û azadiyan de çi aniye Tirkiyeyê.

Bêguman em ê nehêlin ku ew paşde biçin.

Her kî bixwaze Tirkiyeya berê ya di bin gefa terorê de vegerîne, dê li hemberî xwe me bibîne.

Her kî çekê bide destê zarokên Kurd û wan sor bikin ku guleyan berdin leşker, polîs û însanê me, dê li hemberî xwe me bibînin. Kî li ser navê hesabên emperyalîstan qesda aramî û hizûra gelê me bike dê me li hemberî xwe bibîne.

Kî hewl bide destdirêjiyê li mafên we bike, dê Tayyîp Erdogan û Hevpeymaniya Cumhur li hemberî xwe me bibînin.

Xwîşk û birayên min ên ezîz yên Kurd, her kî dest dirêjî heqên we bike dê li hemberî xwe Tayyîp Erdogan bibîne, Hevpeymaniya Cumhur bibîne.

Heta rebê min temen bide, gelê me jî erkê bide, li vî welatî dayik dê careke din negirîn.

Kes nikare zarokên me bi zorê berê wan bidin çiyê…

Bi şev re tarîtiya terorê dê nekeve bajarên me...

Kes dê gefan li xwîşk û birayê min Kurd nexwe, kes dê nikaribe bi çekan îpotekê deyne ser vîna xwîşk û birayê min Kurd! Em dê bixebitin heta ku Tirkiye ji bo hemû 85 mîlyon mirovan bibe cihekî azad, aram û dewlemendtir. Em dê Sedsala Tirkiyê bi piştgiriya xwîşk û birayên me yên Kurd bi hev re ava bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:45:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x