Erdogan: Dibe Tirkiye endamtiya Fînlandayê ya ji bo NATO bi pejirîne

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Yekşemê bo yekem car got ku Enqerê dikare Fînlandayê bêyî cîrana wê ya bakurî Swêd qebûl bike di NATOyê de.

30.01.2023, Pts - 07:34

Erdogan: Dibe Tirkiye endamtiya Fînlandayê ya ji bo NATO bi pejirîne
Nuçe Belav bike

Gotinên Erdogan di civîneke televizyonî de bi dengdêrên gênc re hatin, çend rojan piştî rawestandina danûstandinên endamtiya NATOyê bi Swêd û Fîlandayê re.

Tirkiyê û Macaristan tenê endamên hevalbendiya berevaniyê ya rojavayî ya 30 welatan in ku nekarîn daxwazên endamtiyê yên Swêd û Fînlandayê bipejirînin.

Tê pêşbînîkirin ku parlemantoya Macaristanê di meha sibatê de her du pêşniyaran jî bipejirîne.

Lê belê Erdogan li ser ya xwe mabû, di demekê de ku ew ber bi hilbijartina serokatiyê ya 14ê Gulanê ve diçe ku tê de hewl dide bingeha piştevaniya xwe ya muhafizkar û neteweperest bi hêz bike.

Gazina sereke ya Erdogan ew e ku Swêd radestkirina bi dehan gumanbarên ku Enqerê bi mîlîtanên kurd ên derqanûnî re têkildar e û hewldana derbeya têkçûyî ya 2016an e, nake.

Erdogan roja Yekşemê nîşan bi wê yekê da ku ew amade ye Fînlandayê bi tena serê wê di nav bloka berevaniyê ya bi pêşengiya Amerîka qebûl bike.

Erdogan di axaftina xwe ya televizyonê da wiha got: "Heke pêwîst be em dikarin derbarê Fînlandayê bersiveke cuda bidin. Dema em ji bo Fînlandayê bersiveke cuda bidin wê Swêd şok bibe."

Wî daxwaza xwe ji Swêdê dubare kir ku bergumanên ku Enqerê lê digere radest bike.

Erdogan got: "Heke hûn teqez dixwazin tevlî NATOyê bibin, hûn ê wan terorîstan li me vegerînin. Hûn ê wan terorîstan bişînin cem me da ku hûn tevlî NATOyê bibin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:33:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x