Erdogan: Li Sûriyê armanca Mertala Feratê avakirina navçeya tampon e

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragehand ku, armanca operasyonên welatê wî û alîgirên wê li Sûriyê avakirina navçeya tampon e.

13.02.2017, Pts - 15:18

Erdogan: Li Sûriyê armanca Mertala Feratê avakirina navçeya tampon e
Nuçe Belav bike

Îro Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di gotareka xwe de li welatê Behrîn ku, bi awayeke zindî hate belavkierin ragehand ku, armanca operasyona \"Mertala Feratê\" li bakurê Sûriyê avakirina navçeya tampon e, da zanîn ku, navçeya tambon pêwîstiya xwe jî bi navçeyeke li dijî firînê heye.

Herwiha Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di kotare xwe de aşkere kir ku, firehiya wê navçeyê ji \"4-5 hezar K.m\" di nava xaka Sûriyê de, Erdogan tekez kir ku, ji bo avakirina wê navçeya welatê wî dê operasyonên xwe berfireh bike ku, bajarê Reqa û Minbcê jî li xwe bigre.

Duh, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib bi armanca geşepêdana pêwendiyê xwe li gel wan welatan û bi awayeke fermî sedana Kendava Erebî kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:49:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x