Hakan Fîdan: YNK li Silêmaniyê bi PKKyê re hevkariyê dike

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îdia kir ku YNK li Silêmaniyê bi PKKyê re hevkariyê dike.

05.02.2024, Pts - 06:11

Hakan Fîdan: YNK li Silêmaniyê bi PKKyê re hevkariyê dike
Nuçe Belav bike

Hakan Fîdan di bernameyeke televîzyonê de derbarê siyaseta derve ya Tirkiyeyê de axivî.

Fîdan angaşt kir ku di nava PKK û YNKyê de pêwendî hene û got, “Eger YNK pêwendiyên xwe yên li gel PKKyê bidomîne, em dê neçar bibin gavên zêdetir bavêjin.”

Fîdan di beşeke axaftina xwe de derbarê YNKyê de axivî û got:

“Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê bi PKKyê re hevkariyê dike.

Divê dev ji wê yekê berde. Ger wiha berdewam bike em dê neçar bibin gavên zêdetir biavêjin.”

“Em naxwazin Sûriyeyî werin cem me”

Hakan Fîdan destnîşan kir ku ew êdî naxwazin ji axa Sûriyeyê gef ji bo wan herin û berdewam kir:

“Nerast e ku rejîm li dijî Tirkiyeyê bi şert gavan biavêje. Em dixwazin li dijî terorê têbikoşe.

Em naxwazin êdî xwişk û birayên me yên ku ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê koçber dibin werin cem me.

Piştî ku Sûriye tevlî Komkara Erebî bû helwesta wan guherî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:09:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x