HEDEP û AK Partî li ser rewşa zîndaniyên nexweş civiyan

Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP) û Partiya AK Partî li ser rewşa zindaniyên nexweş ji bo cara duyem civiyan.

22.11.2023, Çar - 11:40

HEDEP û AK Partî li ser rewşa zîndaniyên nexweş civiyan
Nuçe Belav bike

Cîgira Seroka Firaksiyona HEDEPê Meral Daniş Beştaşê careke din red kir ku wan digel AK-Partiyê danûstandineke nehênî di derheqê hilbijartinan de kiribe.

Lê Beştaşê got, ji ber ku AK Partî, partiya deshilatê ye û hikûmetê bi rê ve dibe, hin caran hevdîtin di navbera wan de çêdibin. Diyar kir jî, li ser pirsa zindaniyên nexweş, wê û Cîgirê Serokê Firaksyona HEDEPê Saruhan Oluç, bi Wezareta Dadê re heta setekê civiyane.

Hefteya borî jî Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan eşkere kiribû ku Parlamenterên HEDEPê Perwîn Buldan û Sirri Sûreyya Onder bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re li ser pirsa zindaniyên nexweş de hevdîtin kirine.

Hat zanîn ku Buldan û Onder rapora Komîsyona Girtîgehan a HEDEP'ê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêşkêşî Wezîr Tunç kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x