Hiqûqnasên Kurd li Stenbolê hatin bibîranîn

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), li Stenbolê ji bo 3 hiqûqnasên Kurd ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin bernameya bibîranînê li dar xist.

18.11.2023, Cts - 18:09

Hiqûqnasên Kurd li Stenbolê hatin bibîranîn
Nuçe Belav bike

Bername bi sernavê, "Em Şehîdên Xwe yên Hiqûqê yên Meha Mijdarê Bi Bîr Tînin" li Salona Pirtûkxaneya Medet Serhatê ya Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) hat lidarxistin.

Pankarta bi Kurdî ya "Em ê Şehîdên Xwe yên Hiqûqê Jibîr Nekin!" li eywana bernameyê li gel wêneyên wan hat daliqandin.

Di bernameyê de parêzerên Kurd Medet Serhat, Şevket Epozdemir û Tahir Elçî ku her sê jî di salên cuda di meha çiriya paşînê de hatibûn kuştin, hatin bibîranîn.

Di bernameyê de malbatên Medet Serhat, Şevket Epozdemir û Tahir Elçî beşdar bûn.

Malbatan behsa jiyan û têkoşîna Serhat, Epozdemir û Elçî kirin.

Di bernameyê de, kurê Şevket Epozdemir Serdar Epozdemir, birayê wî Hikmet Epozdemir, kurê Medet Serhat Rûmet Serhat, parêzerê Tahir Elçî Ercan Kanar wekî axaftvan beşdar bûn.

Zarok û kesûkarên parêzerên hatine kuştin, di têkoşîna bidestxistina mafên Kurdan de behsa rola parêzer û hiqûqnasên Kurd kirin.

Rêvebera TOHAVê û endama OHDyê Esma Yaşarê moderatoriya bernameyê kir.

Zimanê bernameyê bi Kurdî û Tirkî bû.

Şevket Epozdemir kî ye?

Parêzer Şevket Epozdemir, di sala 1943yan de li gundê Minarê yê Hawêla navçeya Sêrtê ji dayîk bû.

Li Dibistana Mamosteyan a Erxeniyê û li Enstituya Perwerdeyê ya Amedê dixwine û wekî mamosteyê edebiyatê di salên 1962-1963yan de li Lîseya Ziya Gokalpê ya Amedê kar dike.

Ew di nav kar û xebatên Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (TKDP / PDKT) de cih digire.

Di sala 1970an de li Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê dest bi xwendina zanîngehê dike.

Epozdemir, di sala 1976an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê dest bi parêzeriyê dike. Ew bi "şêweya Gandhi" têkoşîna hiqûqê dide.

Parêzer Şevket Epozdemir, 25ê Çiriya Paşîna 1993yan li Tetwanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû revandin û paşê jî hatibû kuştin.

Cenazeyê Epozdemir, 26ê Çiriya Paşîna 1993yan li ser rêya Bedlîs-Norşînê li nêzîkî Qereqola Cendermeyan hatibû dîtin.

Li gel ku 30 sal di ser kuştina wî re derbas bûne jî kujerên wî hêj nehatin dîtin.

Epozdemir di heman demî de Nûnerê Tetwanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bû.

Medet Serhat kî ye?

Parêzerê Kurd Medet Serhat di sala 1932yan de li Îdirê ji dayîk bû.

Medet Serhat, di ciwaniya xwe de di nav doza Kurdan de cih girt û ew di doza 49an de bi cezayê îdamê hat darizandin.

Serhat di salên 1960an de ku Kurd ji aliyê dewletê ve dihatin înkarkirin kovara bi Kurdî ya “Deng”ê derxist.

Medet Serhat di sala 1977an de ji CHPyê dibe namzedê parlamenteriyê û di sala 1979an de ji CHPyê dibe namzedê senator.

Serhat, ji ber têkoşîna hiqûqê ya ji bo doza Kurdan di derbeya 12ê Îlona 1980yan de tê girtin û rastê şkenceyan tê.

Serhat 12ê Çiriya Paşîna 1994an ji aliyê hêzên tarî ên dewletê ve tê kuştin.

Tahir Elçî kî ye?

Tahir Elçî di sala 1966an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayîk bû.

Qonaxên seretayî û navendî yên xwendinê li Cizîrê xwend. Di sala 1991an de li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ji Fakulteya Hiqûqê der çû.

Tahir Elçî, ji sala 1998an heta sala 2006an di Rêveberiya Baroya Amedê de cih girt û di sala 2012an de jî wekî Serokê Baroya Amedê hat hilbijartin.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, 28ê Çiriya Paşîna 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Lingê ya dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida medyayê, di êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da.

Doza Tahir Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina dozê di 21ê Çiriya Pêşîn 2020an de hatibû lidarxistin.

Di heftemîn rûniştina doza Tahir Elçî de careke din biryar nehat dayîn.

Rûniştina dozê ji aliyê dadgehê ve ji bo 29ê Mijdara 2023yan hat bipaşxistin.

Elçî bavê 2 zarokan bû û zimanê Îngilîzî, aAmanî, Tirkî û Kurdî dizanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 409 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:18:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x