KONDAyê encamên rapirsiya xwe ya bo geram duyem eşkere kir

Li gorî rapirsiya dawî ya Navenda Lêkolînan a KONDAyê di hilbijartinên serokomariyê de dengê Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ji sedî 52,7 e, dengê Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,3 e.

25.05.2023, Per - 11:23

KONDAyê encamên rapirsiya xwe ya bo geram duyem eşkere kir
Nuçe Belav bike

Navenda Lêkolînan a KONDAyê, encamên rapirsiya xwe ya di navbera 20-21ê Gulana 2023an de li 34 parêzgeh û 108 nevçeyên wan bi awayekî rûbirû ligel 3607 kesan re kiriye eşker kir.

Di çarçoveya lêkolînê de li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bîlecîk, Bursa, Çanakkale, Denîzlî, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzerom, Eskîşehîr, Dîlok, Gîresûn, Hatay, Mêrsîn, Stenbol, Îzmîr, Karaman, , Qeyserî, Kirklareli, li Konya, Meletî, Manîsa, Sakarya, Samsûn, Sêwas, Tokat, Trabzon, Riha û Wanê bi dengdêran re hevdîtin hatin kirin.

Li gor encamê ji sedî 8,2 a dengdêran biryara xwe hêj nedane, û ji sedî 2,6 jî gotinê dê dengê xwe nadin.

Li gorî rapirsiyê di hilbijartinên serokomariyê de dengê ji sedî 52,7 Erdoğan, dengê Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,3 e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 586 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:25:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x