Li derveyî Tirkiyê milyonek û 138 hezar deng hatin dayin

Ji bo hilbijartina Serokomariyê Tirkiyê û Hilbijartina Giştî ya Parlementeran a Serdema 28emîn, li derveyî wî welatî û gumrikan heta niha milyonek û 138 hezar û 743deng hatin dayin.

04.05.2023, Per - 14:48

Li derveyî Tirkiyê milyonek û 138 hezar deng hatin dayin
Nuçe Belav bike

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê rojane hêjmara dengên ku li derveyî Tirkiyê û deriyên sînor tên dayîn eşkere dike.

Li gorî agahiyên ku ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, di çarçoveya dengdayinên ku 27ê Nîsanê saet 13.00ê li deriyên gumrikê û li nûnertiyên derveyî Tirkiyê destpêkir de, milyonek û 138 hezar û 743deng hatin dayin.

Li nûnertiyên derveyî Tirkiyê pêvajoya dengdanê heta 9ê Gulanê û li deriyên sînorî jî dê heta 14ê Gulanê heta saet 17.00an berdewam be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:47:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x