Li Manîsayê bi hinceta PKKyê 10 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyeyê, bi hinceta “endamtî û propagandaya PKKyê” 10 kes hatin desteserkirin.

27.12.2023, Çar - 05:56

Li Manîsayê bi hinceta PKKyê 10 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê, bi hinceta ku “li derveyî welat xebatên çekdarî kirine û li ser medyaya civakî propgandaya PKKyê kiriye“ derbarê 10 kesan de biryara desteserkirinê da.

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Manisayê duh di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Manisayê de dest bi operasyonê kir.

Di operasyonê de 10 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê ew birin Rêveberiya Eewlehiyê ya Manisayê.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:40:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x