Li Trabzonê karkerên Kurd rastî êrîşê hatin; 6 karker birîndar bûn

Li gor zanyariyên Sendîkaya Dev Yapi-Iş li navçeya Maçka ya ser bi parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyê ve karkerên ji parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ku di lêkirina avahiyan de kar dikirin ji ber guhdarkirina stranan rastî êrîşê hatine û di encamê de 2 ji wan bi giranî 6 karker birîndar bûne.

22.06.2023, Per - 05:57

Li Trabzonê karkerên Kurd rastî êrîşê hatin; 6 karker birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya Tirkiyê karkerên rastî êrîşê hatine Kurd in û ji ber ku stranên Kurdî guhdar kirine grupekê êrîşî wan kiriye.

Piştî bûyerê sendîkayê nerazîbûna xwe nîşan daye û dibêje ev bûyer encama polîtîkayên desthilata siyasî ne ku civakê parçe dike.

Sendîkaya Dev Yapi-Iş li ser hesabê xwe yê tora civakî li ser bûyerê peyamek belav kiriye û nerazîbûna xwe nîşan daye. Sendîka dibêje, “Em êrîşa faşîst ya dijî karkerên înşaatê şermezar dikin. Li beldeya Esiroglu ser bi navçeya Maçka ya parêzgeha Trabzonê karkerên ku guhdarî sitranan kirine rastî êrîşê hatine. Ji nişkave bi dehan kesan êrîşî karkeran kirine û ew birîndar kirine. Karkerên ku birînên wan giran bûne li nexweşxaneyê hatine dermankirin. Em vê êrîşa ku di encama polîtîkayên desthilata siyasî çêbûye şermezar dikin. Ji bo bûyerên wiha çênebin banga me bo rayedaran e ku berpirsên êrîşê bên darizandin.”

Li gor zanyariyan her 6 karker ji parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ne û di lêkirina avahiyên TOKI de kar dikin.

Herwiha di encama êrîşê de milê karkerekî hatiye kêrkirin û pozê wî jî hatiye şikandin. Karkerek jî ji serê xwe birîndar bûye û birîna wî bi 8 kêlan hatiye dirûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:36:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x