MHP û AK Partiyê li ser hilbijartinên xwecihî li hev kir

MHP û AK Partiyê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an li hev kir.

23.12.2023, Cts - 06:39

MHP û AK Partiyê li ser hilbijartinên xwecihî li hev kir
Nuçe Belav bike

Li gorî lihevkirinê, her du partî dê di wan hilbijartinan de li 30 bajarên mezin û 29 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hevahengiyê bikin.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz doh ragihand ku hevdîtinên wan ên derbarê hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an ên bi AK Partiyê de bi dawî bûne ku cara yekem ew hevdîtin 26ê Çiriya Pêşîna 2023yan destpê kiribûn.

Yildiz da zanîn wan di civîna dawî de biryar daye li 30 bajarên mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên xwecihî de ligel AKPê hevahengiyê bikin û got:

“Ji van bajarên mezin li Mersîn û Manîsayê piştevaniya berbijêrên MHPyê tê kirin û li 28 bajarên din ên mezin jî piştevaniya berbijêrên AK Partiyê tê kirin.”

Fetî Yildiz destnîşan kir ku ji 51 bajarên ne di statûya bajarên mezin de li 22 ji wan her partiyek bi berbijêrên xwe dikeve hilbijartinan û wiha pê de çû:

“Li navenda 29 bajarên mayî jî biryara hevahengî û hevkariyê hatiye dayîn.”

MHP û AK Partî ji sala 2018an ve di bin banê Hevpeymaniya Cumhurê de hevpeymanên hev in û ji wê demê ve di hemû hilbijartinan de hevahengiyê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:54:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x