Muzîkjenekî Kurd kuştibû: Cezayê jê re tê xwestin diyar bû

Dadgeha Cezayê Giran, cezayê heta hetayî yê ji kujerê muzikjêne Kurd Cîhan Aymaz re hatibû xwestin qebûl kir.

01.11.2023, Çar - 08:53

Muzîkjenekî Kurd kuştibû: Cezayê jê re tê xwestin diyar bû
Nuçe Belav bike

Ciwanekî Kurd ê bi navê Cîhan Aymazê ku 2yê Gulana îsal li Stenbolê li kuçe û kolanan stran digotin li navçeya Kadikoyê bi awayekî hovane hatibû kuştin.

Dema ku Cîhan stranên xwe digotin, kesekî bi navê Mehmet Caymaz nêzî wî dibe û strana ‘Olurum Turkiyem’ ango ‘Ez gorî Tirkiyê’ ji wî dixwaze.

Piştî ku Cîhan dibêje ku ew vê stranê nizane, ew kes kêra xwe derdixe û li ser dilê Cîhan dide.

Pişt re jî wî dehfî behrê dide û Cîhan Aymaz canê xwe ji dest dide.

Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê îdianameya derbarê kuştina Cîhan Aymaz amade kir.

Li gorî îdianameyê, delîlek ku gotina Mehmet Caymaz pişt rast bike nîne.

Li gorî îfadeya şahidan û dîmenên derketine holê bawerî bi îfadeya Mehmet Caymaz nayê anîn.

Di îdianameyê de bi tohmeta “kuştina bi qestî” ji bersûc Mehmet Caymaz re cezayê heta hetayî hat xwestin.

Dadgeha Cezayê Giran ev cezayê ji Caymaz re hatiye xwestin qebûl kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:50:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x