Parêzgariya Trabzonê derbarê êrîşa li dijî karkerên Kurd de daxuyanî da

Parêzgariya Trabzonê derbarê karkerên Kurd ên ku li navçeya Maçka ya Trabzonê rastî êrîşên nîjadperestî hatine, daxuyanî da û ragihand ku “êrîş ne ji ber muzîka Kurdî, lê ji ber guhdariya bi dengekî bilind pêk hatiye.” Parlamenterê HDPê yê Agiriyê Sirrî Sakik ku der barê êrîşê de ragihand ku karkerên bi Kurdî axivîne û li stranan guhdarî kirine rastî êrîşên nîjadperest hatin.

22.06.2023, Per - 10:58

Parêzgariya Trabzonê derbarê êrîşa li dijî karkerên Kurd de daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên Sendîkaya Dev Yapi-Iş li navçeya Maçka ya ser bi parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyê ve karkerên ji parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ku di lêkirina avahiyan de kar dikirin ji ber guhdarkirina stranan rastî êrîşê hatine û di encamê de 2 ji wan bi giranî 6 karker birîndar bûne.

Di encama êrîşê de milê karkerekî hatiye kêrkirin û pozê wî jî hatiye şikandin. Karkerek jî ji serê xwe birîndar bûye û birîna wî bi 8 kêlan hatiye dirûn.

Li gor medyaya Tirkiyê karkerên rastî êrîşê hatine Kurd in û ji ber ku stranên Kurdî guhdar kirine grupekê êrîşî wan kiriye.

Parêzgariya Trabzonê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û îdia kir, êrîş ne ji ber sedemên nijadperestî bûye.

Parêzgarî dibêje: “Li Taxa Esiroglu ya navçeya Maçkayê dema komek karkerên ber bi navenda bajêr diçûn ji ber dengê bilind ê mûzîkê ku ji otomobîlê bilind dibû di navbera wan û nişteciyên taxê nîqaş derket. Tîmên tendirsutiyê û hêzên emnî demildest bo cihê bûyerê hatin şandin. Ji ber nîqaşê şer derket û ji her du aliyan 10 kes bi sivikî birîndar bûn û bo nexweşxaneyên cuda hatin veguhestin. 8 kes li ser pêya û 2 kes jî piştî li nexweşxaneyê hatin dermankirin û bo mal hatin şandin.”

Parêzgariya Trabzonê herwiha da zanîn ku lêpirsîna derbarê mijarê de hatiye destpêkirin berdewam dike.

Parlamenterê HDPê yê Agiriyê Sirri Sakik jî li ser hesabê xwe yê Twitterê eşker kir ku di dema êrîşê de karkeran peywendî bi wî re kirine û daxwaza alîkariyê kirne û wî jî bi rêya telefonê peywendî bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê re daniye û hewl daye ewlehiya karkeran were parastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:06:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x