Prof. Dr. Ahmet Ercan: Li 11 parêzgehan hejmara miriyên erdhejê çawa dibe 50 hezar?

Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgûn Ahmet Ercan derbarê hejmara qurbaniyên erdhejên 6ê Sibata îsal ên li 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daxuyanî da.

27.03.2023, Pts - 13:22

Prof. Dr. Ahmet Ercan: Li 11 parêzgehan hejmara miriyên erdhejê çawa dibe 50 hezar?
Nuçe Belav bike

Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgûn Ahmet Ercan rexne li amarên fermî yên derbarê qurbaniyên erdhejên 6ê Sibatê de girt û ragihand “Ten li Antakyayê ji 3 hezarî zêdetir avahî hilweşiyane, herî kêm 48 hezar kes di bin hilweşînê de mane, 40 hezar ji wan nayê payîn ku sax bimînin, çawa dibe ku li 11 parêzgehan hejmara miriyan 50 hezar be?”

Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgûn Ahmet Ercan derbarê hejmara qurbaniyên erdhejên 6ê Sibata îsal ên li 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daxuyanî da.

Prof. Dr. Ovgûn Ahmet Ercan amaje bi amarên fermî yên derbarê qurbaniyên erdhejê de kir û goman xiste ser wan amaran.

Ovgûn Ahmet Ercan got: “Tenê li Antakyayê zêdetirî 3 hezar avahî hilweşiyane, herî kêm 48 hezar kes di bin kavilan de man û nayê çaverêkirin ku 40 hezar kes ji wan sax bimînin, çawa dibe ku hejmara miriyan li 11 parêzgehan 50 hezar kes be?

Ez ditirisim ku çima hejmara tevahiya avahiyên hilweşiyayî û hejmara miriyan nayê dayîn?”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x