Rapırsî: ÎYÎ Partî benda hilbijartinê derbas nake

Kompanyaya Lêkolînan a ORCê ji bo hilbijartinên şaredariyan rapirsiyek kir.

19.12.2023, Sal - 11:09

Rapırsî: ÎYÎ Partî benda hilbijartinê derbas nake
Nuçe Belav bike

Li gorî encamên rapirsiyê tenê 4 partî benda ji sedî 7ê ya hilbijartinê derbas dikin û ÎYÎ Partî bendê derbas nake.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî-şaredariyan re, nîqaşên li ser hilbijartinan jî zêde dibin.

Li aliyekî niqaşên ji dema hilbijartinên Gulanê ve mane berdewam in û li aliyê din jî berbijêr û nav ku tên nîqaşkirin.

Di hevpeymaniyan de jî pirsgirêk hene û hinek hilweşiyane.

Kompanyaya Lêkolînan a ORCê ya li ser hilbijartinên 14ê Gulanê pêşbînî kiribû ku Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 51.7ê dengan bi dest dixe, encamên rapirsiyeke nû eşkere kirin.

Rapirsî di 11-16ê Kanûna Pêşînê de li 27 bajaran bi 3 hezar û 160 kesan re rûbirû hatiye kirin.

Ji beşdaran hatiye pirsîn, “Eger vê yekşemê Hilbijartinên Giştî yên Parlamentoyê werin kirin, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”

Rêjeya dengên partiyan wiha ye:

AK Partî: ji sedî 36,9

CHP: ji sedî 27,0

MHP: ji sedî 11,5

DEM Partî: ji sedî 8,4

ÎYÎ Partî: ji sedî 6,2

Partiya Zafer: ji sedî 2,8

YRP: ji sedî 2,4

TIP: ji sedî 1,4

BBP: ji sedî 1,1

Yên Din: ji sedî 2,3

Li gorî encamên rapirsiyê, AK Partî yekem û CHP jî duyem e lê ÎYÎ Partî benda hilbijartinê ya ji sedî 7ê derbas nake.

ORCê ji bo hilbijartina 14ê Gulanê ya serokkomariyê pêşbînî kiribû ku Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 51,7, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 44,3, Sînan Ogan ji sedî 2,6 û Muharem Înce jî ji sedî 1,3ê dengan bi dest dixe.

Hilbijartinên xwecihî-şaredariyan ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê 31ê Adara 2024an werin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:33:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x