Şanoya bi Kurdî hatibû qedexekirin: ‘Alî Yerlîkaya qedexe rakir’

Ahmet Hakan îdia kir ku Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya qedexeya li ser şanoya “Qral û Travîs”ê rakiriye.

19.02.2024, Pts - 11:45

Şanoya bi Kurdî hatibû qedexekirin: ‘Alî Yerlîkaya qedexe rakir’
Nuçe Belav bike

Qaymeqamiya navçeya Şîşliyê ya Stenbolê 16ê vê lîstika bi Kurdî ya şanoyê “Qral û Travîs” qedexe kiribû.

Piştî vê qedexeya bêsedem gelek bertek bertek hatibûn nîşandan.

Rêvebirê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan îdia kir ku Alî Yerlîkaya piştî bertekan ev qedexe rakiriye.

Li gorî Ahmet Hakan, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeye Alî Yerlîkaya gotiye “Qedexeyeke wiha nabe” û biryara qedexeyê betal kiriye.

Ahmet Hakan li ser mijarê wiha nivîsî:

“Qaymeqamiya Şîşliyê şanoya bi Kurdî qedexe kiribû.

Li gorî agahiya ku Wezaretê daye, Alî Yerlîkaya gotiye ‘Qedexeyeke wiha nabe.’

Biryara qedexeyê yekser hatiye rakirin.

Dê ew lîstika bi Kurdî li Şîşliyê were nîşandan.”

Li hêla din, heman lîstik 10ê Sibatê li Dîlokê hatibû qedexekirin.

Qral û Travîs 17ê Kanûna Paşîn jî li navçeya Panosê ya Agiriyê hatibû qedexekirin.

Bi taybetî qedexeya li Stenbolê bûbû sedema gelek bertekan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:12:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x