Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê daxuyaniyek ragihand û aşkerekir ku wan "bangî balyozên dewletên ku ji çalakiyên PKK re deng dernaxin kiriye."
Di daxuyanî Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê de ev tişt hatin gotin: "Li hin welatan çalakiyên PKKê ku gihaştina asta dagirkirina awahiyên dewletê careke din nîşan daye ku rêxistineke terorî ya ku di lîsteya terorê ya dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) de cî digre, li gel hişyariyên me yên bi israr destûr dayina ji bo bikaranîna al û sembolên PKKê ku propagandaya wê pê dikin, aşkere kiriye ku PKK li Ewropa her roja diçe zêdetir bihêz dibe. Pêkanîna di heman demê de yan çalakiyên navborî encama toleransa ku ji rêxistina PKKê re tê nîşan dane.
Bi vê boneyê em careke din tînîn bîra muxatabên xwe ku, tevdîrên li hember PKKê, ne ji aliyê Tirkiyê tenê ve ji aliyê welatê wan ve jî gelekî pêwiste. Balyozên dewletên ku çalakiyên PKK li wan hatine li darxistin yên li Enqerê ji bo Wezareta Karên Derve hatine vexwendin û me aciziya xwe ji wan re gotiye.