Tirkiye li Madrîdê piştî rêkeftina bi Swêd û Fînlandê re niha jî gefa derbasnekirina destûra endamtiya wan dewletan ji parlementoya xwe dixwe.
30 endamên NATOyê protokola endambûna Swêd û Fînlandê îmze kirin. Niha hewce ye parlementoyên 30 endaman, endambûna Swêd û Fînlandê bipejirînin. Tirkiye li Madrîdê piştî rêkeftina bi Swêd û Fînlandê re niha jî gefa derbasnekirina destûra endamtiya wan dewletan ji parlementoya xwe dike.
Fînland û Swêd, piştî pejirandina endamtiya wan di parlementoyên 30 dewletên NATOyê de, dibin endamên NATOyê. Parlementoyên Kanada û Danmarkê endamtiya Swêd û Fînlandê pejirandin jî. Tirkiye ku ji serî pê ve gefa astengkirina endamtiya wan dewletan dikir, niha jî dibêje ‘heger Fînland û Swêd, berpirsayetiyên rêkeftina me ya sêalî bicih neyînin, em ê protokola endamtiya wan, ji parlementoya xwe derbas nekin.’ Li gorî şarezayên li Tirkiyê, di rêkeftina sêalî de berpirsayetiyek diyar ku Fînland û Swêd nekarin bicih bînin tune ye.
Şarezayê Siyaseta Derve û Naxwe ya Tirkiyê Prof. Dr. Hasan Oktay ji K24ê re diyar kir: “Rêkeftina sêalî tenê qedexeya firotina çekan se rbi Tirkiyê ve radike. Ji bilî vê tiştek teqez nîne. Çarçoveya hiqûqî ya rêkeftinê nediyar e, ji ber ku belgeya NATOyê jî nîne. Lê belê heger Tirkiyê dê li parlementoya xwe ev proseye asteng kiriba, bi îmzekirina rêkeftinek wiha destê xwe lawaz nedikir.”
Li gorî daxuyaniyên berpirs û rayedarên hikûmeta Tirkiyê, Swêd û Fînland dê hin kesên ku li gorî yasayên Tirkiyê weke terorîst têne dîtin, radestî Tirkiyê bikin. Beşek ji şarezayan dibêjin ku ew dewlet jî dixwazin daxwazên Tirkiyê bi yasayên wan re biguncînin.
Şarezayê Pêwendiyên Navdewletî û Ewlehiyê Prof. Haydar Çakmak diyar kir: “Tirkiyê radestkirina hin endamên PKK, YPG, PYD û FETOyê dixwast. Rêkeftina sêalî dibêje bo daxwazên Tirkiyê, emê komîsyonekê bi nûnerên 3 dewletan re saz bikin û heger bi yaseyên me re biguncive, hingê emê pêngavan biavêjin.”
Ligel hejmarek mezin ya kêşeyan di pêwendiyên Tirkiye û dewletên rojavayî de, ji danûstandinan herî zêde radestkirina endamên rêxistinên ku Tirkiye wek terorîst nas dike, derkete pêş. Li gorî CHP û IYI Partî, hikûmet berjewendiyên Tirkiyê yên jeopolîtîk, ji bo berjewendiyên xwe yên siyaseta navxwe dixe metirsiyê.
Nêrînên di çapemeniya biyanî de li Tirkiyê nîveka hefteyê deng vedan. Li gorî Financial Times “hevpeymaniya bi Erdogan re, dewletên rojavayî aciz bike jî, derxistina Tirkiyê ji NATOyê jî, ji ber hisabên jeopolîtîk zehmet e. Lê belê lawaziya aboriya Tirkiyê danûstandinên bi Tirkiyê re bo NATOyê hêsan dike.”