Bi nêzîkbûna hilbijartinê partîyên sîyasî careke din bala xwe didin ser pirsgirêka Kurd. Li Tirkîyê piştî sala 2015’an şun ve pêvvajoya çereserîya pirsgirêka Kurd hate rawestandin.
li Enqerê hîn îdia hene ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze ku vê pêvajoya çareserîyê bi awayekî cuda careke din bivejîne.
Nivîskar Yahya Munîs, ku kesekî nêzî AKP’ê ye û di hilbijartina berê de jibo parlementerîyê serî li AKP’ê dabû, îdia dike ku hin kes amadekarîyeke nû dikin.
Em bi Munîs re hem li ser vê projeya wan û hem jî pêwendîya wan ligel hikûmetê çî ye û pêvajoyeke çareserîyê ya ser pirsgirêke Kurd heye ji wî bipirsin.
Hun bi karbidestên hikûmetê re hin danûstandina dikin, gelo jibo çereserkirina pirsgirêka Kurd pêvajoka nû di rojeva hikûmetê de heye?
Niha pêvajoyeke nû heye. Hikûmeta Tirkîyê bi taybet jî Recep Tayyîp Erdogan dixwaze pêvajoya çareserkirinê bidomîne. Bingeha çareserîyê a rast xira nekirîye, lê xistîye cemedankê lê bi tevahî ji holê ranekiriye. Heke Kurd bawerîya Erdogan bînin û hilbijartinê de pişta wî bigirin, hemberî Kemalîstan, nîjadperestan pişta wî bigirin û li wî xwedî derkevin, wê pêvajoyeke nû destpê bike. Ew ji me re jî wiha dibêjin.
Başe ev pêvajo wê çawa çêbe, wê bi kê re têkevin nav pêwendîya?
Ev pêvajo wê bi şiklekî nû pêk were. Êdî ne pêkan e ku careke din bi PKK yan jî HDP’ê têkeve nav pêvajoyê Heke bibe ji xwe di cara ewil de wê biba. Ew dixwazin nûnertîyeke nû çêkin. Niha em jî amadekarîya wî dikin û hikûmet ji wê yekê agahdar e.
Baş e hun kî ne, ji kîjan kesan pêk tên, di nava wê amadekarîya wê de kî hene?
Di gruba me de rewşenbir; ku ji parêzêr, muhendîs, bijîşk, nivîskar hene. Her yek di warê xwede de pispor in lê ne xudanê civatê ne. Di nav me de qismekî din hene ew jî xudanê civatê ne. Vana jî şêx in terîqat in, dergeh in, medrese ne. Qismekî din jî hene ew jî civata wan heye lê biçûk in. Ew jî malbat in, rihsipî ne, aqilmend in, axayên eşîran in.
Hun dibêjin ku hikûmet dixwaze ku muxatabê vê pêvajoya nû biguherîne. Hun di vî warî de bi hikûmetê re peyîvîn?
Em vê meselê baş dizanin. Em di nava dîyalogê de ne. Danûsatandina me heye. Erdogan dixwaze vê meselê çaraser bike. Lê mixabîn niha ne HDP û ne jî PKK dixwaze ku Erdogan vê pirsgirêkê çareser bike. Loma Erdogan jî dixwaze temsîlîyeteke nû ji nava Kurdan derxîne û li ser mêzê rûnê û vê meselê çareser bike.
Wê ew formûla ku hun dixwazin derxînin pêş, bi hikûmetê gotûbêj kiriye?
Belê em qise dikin. Erdogan êdî bi vê mesela Kurdan pêhesîyaye. Niha temsîlîyeta Kurdan di destê PKK’ê de ye. Kes nikare bixe destê xwe. 500 rewşenbir jî werin ba hev dîsa jî nikarin bikin destê xwe. Jibo ku civata Kurd ne di destê wan de ye. Erdogan bixwaze jî dîsa nabe. Lazim e ku jibo vê pêşî civat were amade kirin.
Li gorî te hikûmet dixwaze çareserîyeke bîne?
Belê, ji dil û can dixwaze vê meselê çareser bike. Erdogan dizane heke ew vê meselê hel nekin yên der wê çareser bikin.
Dibe ku beri hilbijartinê pêvajoyek destpê bike?
Jixwe berî hilbijartinê ev tê fikirîn. Piştî hilbijartinê bê wate dimîne. Heke Erdogan bêyî Kurdan bi tena serê xwe serbiketa ji xwe pêwîstî bi Kurdan nedidît. Lê, niha jibo serketinê pêwîstîya wî bi Kurdan heye loma jî Kurd di vê pêvajoyê de dikarin hin tiştan bi dest bixînin. Piştî hilbijardinê ji xwe nabe lazim e her tişt berî hilbijartinê bibe û pirsgirêk were çaraser kirin.
Li ser vî we hî bi rayedaran re qise kir?
Erê, em gelek şitexilîn.
Baş e, ew çi dibêjin?
Ew li hêvîya me ne. Eva sê çar sal in ku em bi wan re wê yekê nîqaş dikin. Ew ji me re dibêjin ku heke hun xwe amade bikin, hun yekîtîya xwe çêkin, emê jî piştgirî bidin. Carna jî ji me re dibêjin gelo em çi bidin Kurdan ku ev mesele dikare çareser bibe.
Li Enqerê hin tişt tên axaftin ku hikûmet ligel Abdullah Ocalan hevdîtinan çêdike û dibe ku di Newrozê de nameyekê were xwendin. Hun van gotinan çawa dibînin?
Belê êdî ev têne gotûbêj kirin. Evana hemû jî rast in. Li vê derê yê girîng ew e ku xwendina nameyê wê bandor bike yan ne. Ocalan heke bizane ku PKK bi ya wî neke ewê nameyê need xwendin. Heke bizane ku PKK wê piştgirîya wî bike wê gavê dê her tişt bigihere.