Nizamettin Taş: Divê gotin û kiryarên PKKê wekî hevûdu bin
Siyasetmedarê navdar yê Kurd Nizamettin Taş radigihîne, wêrankirina Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletê ve, wekî encama siyaseta şaş a PKKê ye.
Siyasetmedarê navdar yê Kurd Nizamettin Taş beşdarî bernameya “Basî Roj” a K24 bû û rexneyên giran li siyaseta PKK girt, wêrankirina Bakurê Kurdistanê ji alî hêzên dewletê ve, wekî encama siyaseta şaş a wê partiyê binav kir. Diyarkir, ku ew herêmên hatî werankirin girêdayî siyaseta hendekan û anîna şer nav bajaran a PKK, navendên welatparêziya Kurd bûn. Gava behsa niştimanperweriya Kurdistanê dihate kirin, ew cîh dihatin bîra mirov.
Hebûna PKK di Şingalê de jî, Taş wekî metirsiyekê li ser deverê û tevayiya Kurdistanê nîşan da. Şingal wekî herêmek stratejîk a ku Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê li wir bi hevûdu ve girêdide binav kir. Got, ku “PKK li Şingalê yekîneyên xwe di nav Heşdî Şeibî de organize kirine. Heman demê tê gotin ku Heşda Şeibî derbasî hîn cîgahên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî herêma Cezîrê bûye. Ev yek jî dihêle ku mirov bifikire Komara Islamî ya Îranê dixwaze bi vê reyê stratejiya xwe ya Hîlal a Şîa pêkbîne.”
Herwiha Taş got: “PKK divê nebe rêxistinek, ku rêya wê stratejiya dijminên Kurdistanê dikave jiyanê de. Ger berpirsê PKKê Karayilan dibêje: piştî hevdîtinan li gel PDKê em dikarin ji Şingalê derkevin, divê vê yekê di rastiyê de lidar bixin. Ne di gotinê de bimîne”.
Nizamettin Taş siyaseta PKK û hawîrdora wê jî girêdayî pêkanîna Kongreya Neteweyî, wekî pêngavek tenê ku vê gotinê bikar tîne binav kir û got, ku:“Ji ber PKK bi xwe li dij nirxên neteweyî yên Kurd e. Herweha li dij damezrandina delweta neteweyî ya Kurd e. Li Sûriye xwe Sûriyeyî, li Tirkiye xwe Tirkiyeyî binav dike. Ango tevgera siyasî ya Kurd, dê li gel partiyek Sûriyeyî yan Tirkiyeyî Kongreya Neteweyî lidar bixe?”
Nûvekirina herî dawî: 05:45:43